Kerwanê DAIŞ`ê li sînorên Iraq û Sûriyê têk çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266488-kerwanê_daiŞ_ê_li_sînorên_iraq_û_sûriyê_têk_çû
Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê, li gorî agahiyên deqîq ên leşkerî, kerwanekî koma terorîst a DAIŞ`ê li sînorên vî welatî û Sûriyê, rûxandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2017 14:05 Asia/Tehran
  • Kerwanê DAIŞ`ê li sînorên Iraq û Sûriyê têk çû

Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê, li gorî agahiyên deqîq ên leşkerî, kerwanekî koma terorîst a DAIŞ`ê li sînorên vî welatî û Sûriyê, rûxandin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê ji zarê Ferat News`ê, hêzên Heşda Şebî, îro li daxuyaniyekê ragihandin ku taqbûra mûşekî ya tîpa 28`an a Heşda Şebî, îro pêncşemiyê karî li gundê Dehaca rojhilat li ser sînorên di navbera Iraq û Sûriyê de, êriş bibe ser kerwanekî DAIŞ`ê ku ji çend trombîlan pêk hatibû,.

Li gorî vê raporê, hêzên Heşda Şebî, bi saya  agahiyên deqîq ên leşkerî yên li ser hebûna terorîstên DAIŞ`ê li navçeya hanê, êriş birine ser wan.

Taqbûrên El Cihadê yên ser bi Heşda Şebî ya Iraqê, duh êrişa terorîstên li navçeyên Tel Zelet, Hedaye û Edayeyê li rojavaya bajarê Mûsilê poç kirin û gellek xisar li wan xistin.

Bi dû vê operasyonê ku bi hevkariya balafirên cengê yên artêşa Iraqê cih hat, hejmareka zav ji terorîstan hatin kuştinê û 8 trombîlên wan jî hatin rûxandin.