Destpêbûna operasyona paqijkirina parêzgeha Dîyalê ji têrorîstên DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266482-destpêbûna_operasyona_paqijkirina_parêzgeha_dîyalê_ji_têrorîstên_daiŞ_ê
Hêzên iraqî opêrasyona paqijkirina parêzgeha Dîyalê li rojhilata vî welatî ji têrorîstên DAIŞ`ê destpê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2017 13:13 Asia/Tehran
  • Destpêbûna operasyona paqijkirina parêzgeha Dîyalê ji têrorîstên DAIŞ`ê

Hêzên iraqî opêrasyona paqijkirina parêzgeha Dîyalê li rojhilata vî welatî ji têrorîstên DAIŞ`ê destpê kirin.

Li gorî rapora televîzyona Al Mayadîn (Al Mayadeen), serleşker Mezher Ezawî fermandeyê operasyona Diclê herwiha got: Hêzên hevpar ên artêş û polîsê Iraqê bi piştgirîya hêzên Heşda Şebî, taqîbkirina têrorîstên DAIŞ`ê li başûra deverên Beledrûz, Kenan û Buhruzê li derdora bajarê Beqûbê navenda parêzgeha Dîyalê destpê kirin.

Di vî halî da, çavkanîyên xwecî li parêzgeha Neynewayê ragihandin ku "Rêveberiya DAIŞ`ê li bajarê Tileferê bi beyanameyekê ragihandiye ku ew bajar wîlayetek serbixwe ye di nav ‘dewleta xilafetê' de û gef li kesên ku li hemberî fermanê rawestin xwariye."

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: "Telefer bi temamî di destê rêveberên ereb û biyanî de ye. Piştî ku çend hefteyan berî niha hin rêveberên iraqî yên DAIŞ`ê li Tileferê hatin gulebarankirin, rêvebirên navxweyî yên wî bajarî ti rolek di destê wan de nemaye."

Li gorî zanyariyan rêxistina terorîst a DAIŞ`ê li Tileferê hemû fermanên xwe heta niha bi logoya wîlayeta Nînowa ya rêxistinê bi rê dikirin, lê niha ew hilweşand û xwe serbixwe dizanin.