Hejmarek ji endamên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin girtin
Tîrmeh 13, 2017 12:52 Asia/Tehran
Hêzên çekdar ên Iraqê, hejmarek ji terorîstên koma tekfîrî û terorîstî ya DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê dîl girtin.
Li gorî kanala televîzyonî ya El Meyadînê, hêzên çekdar ên Iraqê, hejmareka zav ji endamên çekdar ên DAIŞ`ê ku li hin tûnelan li pişka kevn a bajarê Mûsilê xwe veşartibûn, dîl girtin.
Wêneyên ku li hin malper û torên civakî hatine weşandin, hêzên çekdar ên Iraqê ku li dora hejmarek ji endamên DAIŞ`ê kom bûne, nîşan didin. Ev hêzana li halê derketina ji nav kelefe û avahiyên kavilbûyî tên dîtin.