Ebadî: Em ti wexta têrorîstên kujer efû nakin
Serokwezîrê Iraqê ji ber ``xemxwarina`` hin kesan di dema kêfxweşîya berfire ya gelê Iraqê da ya ji ber serketina li Mûsilê matmayîbûna xwe dîyar kir û li ser pêwîstîya cezakirina têrorîstan û derbasnebûna ji cezakirina wan sekinî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê dema axavtina xwe li Mûsilê got: Hêzên leheng ên me parêzvanên mafên mirovan in û canê xwe jibo rizgarkirina sivîlan û azadkirina mirovan didin.
Ebadî tekez kir: Dewlet piştgirîyê dide hewldanên di warê parastina mafên mirovan û cezakirina binpêkirên wan de û ji hemî sazîyên mirovdost dixwaze ku li bara çavkanîyên alîkarîyan dilnîya bin û kêfxweşîya gelê Mûsilê û pêşewazîya wan ji hêzên iraqî bibînin.
Ebadî ev pirsa hilêxist ku ``ev sazîyana dema ku DAIŞ`ê niştecihên Mûsilê dikuştin û her tişt wêran dikir li ku bûn?``
Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Nabe rê bidin axavtinên handanê û yên tayfeperestîyê wek karê ku DAIŞ`ê dikir, bên vejîyandin.
Sazîya Zêrevana Mafên Mirovan bi gumana xwe, hêzên ewlehîya Iraqê tawanbar kirîye ku zordarî û zordestî ser herîkêm 170 malbatên endamên ihtimalî yên DAIŞ`ê li navendeke perwerdekirin û lêşarbûnê kirine.
Rayedarên iraqî yekem kempa lêşarbûn û perwerdekirinê li Bertelê li rojhilata Mûsilê vekirin.