Teqandina pêgeha Heşda Eşayirî li rojavayê Iraqê
Tîrmeh 13, 2017 09:49 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku terorîstan pêgeha Heşda Eşayirî (Hêzên Eşîreyên Iraqî) li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê teqandin ku di encamê de çend kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan ya Sûmeriya Newsê ji zarê berpirsekî ewlehiyê yê Iraqê diyar kir ku terorîstekî DAIŞ`ê vê sibehê li ber deriyê pêgeha Heşda Eşayirî li parêzgeha Enbarê teqand ku di encamê de 3 kes ji hêzên Heşda Eşayirî hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn..
Berî viya jî ji ber teqîneke terorîstî li wargeha aware û koçberên iraqî li rojavayê bajarê Rumadiyê navenda parêzgeha Enbarê 14 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan jin û zarok bûn.