Îrec Mescidî: Emerîka û Rejîma Siyonîstî sebebkarên sereke yên qeyranên navçê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266446-Îrec_mescidî_emerîka_û_rejîma_siyonîstî_sebebkarên_sereke_yên_qeyranên_navçê_ne
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, qawetên Îstikbarî ji wan Emerîka û Rejîma Siyonîstî sebebkarên sereke yên qeyranên navçê dan zanîn û destnîşan kir: Emerîka û Îsraîl li dû gurrkirina agirê firqexwaziya li navçê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2017 07:39 Asia/Tehran
  • Îrec Mescidî: Emerîka û Rejîma Siyonîstî sebebkarên sereke yên qeyranên navçê ne

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, qawetên Îstikbarî ji wan Emerîka û Rejîma Siyonîstî sebebkarên sereke yên qeyranên navçê dan zanîn û destnîşan kir: Emerîka û Îsraîl li dû gurrkirina agirê firqexwaziya li navçê ne.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Îrec Mescidî roja çarşemiyê li hevdîtina  komek ji alimên  sunne û şîe yên parêzgeha Diyalê ya Iraqê got: Qawetên îstikbarî hewl didin bi kişandina navçê ber bi aloziya dayimî, çekên xwe bidin firotinê û mal û heyîtiyên  gelên navçê talan bikin.

  Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê tekez kir ku jibo rawestana li ber kiryarên bi dijminatî yên qawetên îstikbarî li navçê yekitiya şîe û suneyan û rawestana yekgirtî li hember dijminên Îslamê pêwîst e.

 Îrec Mescidî her wiha peywendiyên navbera Îran û Iraqê bibiratî û stratejîk da zanîn û ser wêdebirina  bêtifaqiyan li hemî waran sekinî.

 Alimên  sunne û şîe yên parêzgeha Diyalê jî li vê hevdîtinê ji hewldanên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî jibo pêkanîna rewşa biratî û hevaltiyê di navbera şîe û sunneyan spasî kir.

 Rûhanî û alimên sunne û şîe yên parêzgeha Diyalê her wiha ji piştgiriyên  Komara Îslamî ya Îranê ji Iraqê li şerê li hember terorîzmê spasî kirin.