Ebadî: Iraq îzna binpêkirina serwerîya xwe nade ti welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266386-ebadî_iraq_îzna_binpêkirina_serwerîya_xwe_nade_ti_welatî
Serokwezîrê Iraqê ji serokomarê Amerîkayê re got ku welatê wî îzna binpêkirina serwerîya Iraqê nade ti kes an welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2017 13:36 Asia/Tehran
  • Ebadî: Iraq îzna binpêkirina serwerîya xwe nade ti welatî

Serokwezîrê Iraqê ji serokomarê Amerîkayê re got ku welatê wî îzna binpêkirina serwerîya Iraqê nade ti kes an welatî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Someriyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li gotûbêja telefonî ya ligel Donald Trump serokomarê Amerîkayê tekez kir: Iraqîyan fidakarîyên mezin jibo azadkirina warê xwe ji lepên DAIŞ`ê kirin û ti wexta îznê nadin ti alîyekî ku destdirêjîyê ser serwerî, welat û heyîtîyên wan bikie.

Serokwezîrê Iraqê qedrê piştgirîyên navnetewî ji welatê xwe li warê têkoşîna dijî têrorîsmê girt û got: Tevî şerê wêrankir û serdestîya DAIŞ`ê li hin deverên Iraqê, ev welata vegerandina istiqrarê li deverên azadkirî û vegerandina awareyan û çaksazîyên aborîyê yên pêwîst di çaçrova berjewendîyên gel da didomîne.

Serokomarê Amerîkayê jî li vê gotûbêja telefonî mukur hat ku serketinên mezin ên artêş û hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê li şerê dijî DAIŞ`ê li cîhanê deng vedane.