Destpêbûna pilana paqijkirina Mûsilê ji madeyên teqandinî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266290-destpêbûna_pilana_paqijkirina_mûsilê_ji_madeyên_teqandinî
Hêzên iraqî operasiyona paqijkirina Mûsilê ji madeyên teqandinî ku terorîstên DAIŞ`ê ewna li nav vî bajarî danîne, destpê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 11, 2017 12:02 Asia/Tehran
  • Destpêbûna pilana paqijkirina Mûsilê ji madeyên teqandinî

Hêzên iraqî operasiyona paqijkirina Mûsilê ji madeyên teqandinî ku terorîstên DAIŞ`ê ewna li nav vî bajarî danîne, destpê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Hêzên iraqî operasiyona xwe ya mezine paqijkirina Mûsilê ji bombe û madeyên teqandinî ku terorîstên DAIŞ`ê ewna li nav navçe û kolanên vî bajarî danîne, destpê kirin.

Bingehên nûçan ji Iraqê ragihandine ku hêzên vî welatî heta niha bi hezaran bombeyên ku terorîstên DAIŞ`ê ewna li nav Mûsilê danîne pûç kirine.

Hêzên iraqî îzn dane hinek ji malbatên Mûsilê ku herin û ji erdên xwe yên ku bombeyên nav van erdan pûç kirine, dîtin bikin.

Herwisa hinek ji malbatên rojavaya Mûsilê jî herçend malên wan kavil bûne lê dîsa jî zivirîne malên xwe.