Mirina "Ebu Bekir El Bexdadî" hat piştrastkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266276-mirina_ebu_bekir_el_bexdadî_hat_piştrastkirin
Koma têrorîst a DAIŞ`ê mirina serokê vê koma têrorîst, "Ebu Bekir El Bexdadî", piştrast kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 11, 2017 09:58 Asia/Tehran
  • Mirina

Koma têrorîst a DAIŞ`ê mirina serokê vê koma têrorîst, "Ebu Bekir El Bexdadî", piştrast kir.

Li gorî salixdana ISNA`yê ji zarê El Neşreyê, DAIŞ`ê bi daxûyaniyekê bi ragihandina vê nûçeyê destnîşan kiriye ku bi zûtî navê dewsgirê wî radigihîne.

DAIŞ`ê her wiha li vê daxûyaniya kurt ji endamên xwe xwestiye ku li nav çeperên xwe bimînin û berxwedana xwe bidomînin.

Ev nûçe destpêkê ji aliyê yek ji berpirsên parêzgeha Nêynewaya Iraqê va hatiye ragihandin.

Vî berpirsî ku nexwest navê wî were birin, gotiye ku DAIŞ`ê ji rêya mêdyayên xwe yên têkillîgirtinê daxûyaniya xwe ya fermî ya mirina "Ebu Bekir El Bexdadî" ji bo fermandarên vê komê li Til Eferê şandiye û ji wan xwestiye ku piştî têkçûna li Mûsilê, berxwedana xwe bidomînin.

Eger çi ku hinek ji çavkaniyên nûçeyan bi taybet mêdyyaên iraqî ev nûçe belav kirine; Lê ev yek li ser malperên taybetî kesên tundrê û zêdegav ku mêdyaay wan a fermî tê hesêb, nehatiye piştrastkirin an redkirin.