Peyama Sikritirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi boneya azadkirina Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266256-peyama_sikritirê_giştî_yê_rêxistina_neteweyên_yekbûyî_(ny)_bi_boneya_azadkirina_mûsilê
Sikritirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) azadkirina bajarê Mûsila Iraqê ji bin kontrola DAIŞê li gel û dewleta Iraqê pîroz kir û ew yek wek pêngaveke bilind li rêya têkoşîna li hemberî têrorîsm û zêdegaviyê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 11, 2017 05:38 Asia/Tehran
  • Peyama Sikritirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi boneya azadkirina Mûsilê

Sikritirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) azadkirina bajarê Mûsila Iraqê ji bin kontrola DAIŞê li gel û dewleta Iraqê pîroz kir û ew yek wek pêngaveke bilind li rêya têkoşîna li hemberî têrorîsm û zêdegaviyê da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Sikritirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Antonyo Gotrêş bi daxûyaniyekê azadkirina bajarê Mûsila Iraqê li pey sê salan serdestiya têrorîstên DAIŞê li ser vî bajarî li dewleta Iraqê pîroz kir û pesna mêrxasî, berxwedan û vîn û iradeya gel û hêzên iraqê li vê rêkê da.

Sikritirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li vê daxûyaniyê azadkirina Mûsila kevn li rêya têkoşîna li hemberî zêdegavî û têrorîsmê da zanîn û hêviya baştirbûna lezgîn ji bo birîndarên şerên sêsalî li dijî vê rêxistina têrorîst kir.

Sikritirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî diyarkirina hevgirtina NY digel dewlet û gelê Iraqê, amadetiya vê rêxistinê ji bo alîkariya bo dewleta Bexdayê ji bo pêkanîna rewşa ewleh û bêxeter ji bo vegeriyana awareyên iraqî bo malên xwe û pêkanîna hikûmeta qanûnê li navçeyên azadbûyî ragihand.

Sikritirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku berpirsên iraqî ji bo girtina pêşiya vegeriyana tundiyê bo Mûsilê bixebitin.

Mûsil piştî bi mehan şerê giran di navbera hêzên iraqî û çeteyên DAIŞê roja buhurî anku Duşemî, 11ê Tîrmeha 2017an bi tamî ji bin kontrola çeteyên DAIŞê hat derxistin.