9 terorîst li sînorê Iraqê tev Sûriyê hatin kuştin
Hêzên gelanî yên Iraqê li navça Tel Sefûkê li rojavaya Mûsilê û li sînorê vî welatî tev Sûriyê 9 terorîst kuştin.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hêzên leşkera 28 a Heşda Şeibî ya Iraqê li navça Tel Sefûkê li rojavaya Mûsilê ku dikeve sînorê vî welatî tev Sûriyê pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê girtin û 9 terorîst kuştin , 6 terorîst jî birîndar kirin û gelek ji çek û sîlahên wan jî jinav birin.
Gor nûçeyekî din ji Iraqê, Cebar El-Meimûrî ji qumandên hêzên gelanî yên vî welatî ji cinayeta nû ya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê dijî zarokan li Teleferê xeber da û got: Teroprîstên DAIŞ`ê 7 zarok li Teleferê kuştin û meytê wan jî li dartêlê daliqandin.
El-Meimûrî got. Ji ber işkestên girane grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav axa Iraqê, niha ev grûpa bona tirsandina xelkê sivîl dest bi cinayetên wiha dike.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh yekşemê seredana bajarê Mûsilê kir û hema li vî bajarî azadiya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragihand.