Sûmeriye Newsê: DAIŞê heft zarok li Teleferê li rojava Mûsilê îdam kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266216-sûmeriye_newsê_daiŞê_heft_zarok_li_teleferê_li_rojava_mûsilê_îdam_kirin
Grûpa Tekfîrî-Siyonîstî ya DAIŞê heft zarok li Teleferê li rojava Mûsilê îdam kirin û meytên wan li dartêlên cereyanê dardakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2017 14:04 Asia/Tehran
  • Sûmeriye Newsê: DAIŞê heft zarok li Teleferê li rojava Mûsilê îdam kirin

Grûpa Tekfîrî-Siyonîstî ya DAIŞê heft zarok li Teleferê li rojava Mûsilê îdam kirin û meytên wan li dartêlên cereyanê dardakirin.

 Li gorî nivîsa malpera Sûmeriye Newsê, Cebar El-Memûrî yek ji fermandên  Hêzên Heşda Şebî îro ragihand ku grûpa DAIŞê kuştineke hovane li dijî zarokan li bajarê Teleferê li rojava Mûsilê cih anî. Wî got ku  kesên çekdar ên vê komê 7 zarok îdam kirin û meytên wan li dartêlên cereyanê dardakirin ku tola xwe ji malbatên wan hildin.

 Cebar El-Memûrî li gotûbêja bo El-Sûmeriye Newsê re got ku  ji destdayîna Mûsilê ji bo DAIŞê firkeke mezin bû û her eva  endamên vê komê neçar kirin ku  ji kesên bêguneh li Teleferê li rojava  Mûsilê bi kuştinên hovane li çend rojên buhurî tolê hildin.

 Cara dawiyê vê sibê DAIŞê heft zarok îdam kirin û meytên  wan li dartêlên cereyanê li navenda  bajêr dardakirin da ku ji malbatên wan ku hewl didan ji cehenema vê komê birevin, tolê hildin.

 El-Meimûrî daxwaza qeydkirina cinayeta DAIŞ`ê ya kuştina zarokan li Teleferê kir da ku belge û şaehedek bibe li bara  kiryarên hovane û cinayetkarane yên komeke xalifî û tundrew ku çend  welat  ji riya îdolojiya fanatîk piştgiriyê didin wê û hin welat jî alîkariya malî û diravî didin wan.