Neyariya Iraqê tev daxwaza Erebistanê li bara Qeterê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266182-neyariya_iraqê_tev_daxwaza_erebistanê_li_bara_qeterê
Karbidestekî iraqî eşkera kir ku rayedarên siûdî ji Bexdayê xwestine ku siyasetên dijî Qeterê berçav bigre û li dij wî welatî gavan bavêje, lê belê Iraqê ev xwesteka siûdiyan ret kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2017 09:16 Asia/Tehran
  • Neyariya Iraqê tev daxwaza Erebistanê li bara Qeterê

Karbidestekî iraqî eşkera kir ku rayedarên siûdî ji Bexdayê xwestine ku siyasetên dijî Qeterê berçav bigre û li dij wî welatî gavan bavêje, lê belê Iraqê ev xwesteka siûdiyan ret kiriye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Erebî 21, Casim El-Beyatî ji rêberên partiya El-Dewe li gotûbêja xwe ya duh yekşemê tev vê ajansê eşkera kir: Van rojana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji aliyê Riyazê di bin zextûzorê daye ta ku li hemberî azadkirina hinek ji navçên bin destê terorîstên DAIŞ`ê siyasetên dijî Qeterê berçav bigre.

Casim El-Beyatî got: Heyder Ebadî ev xwesteka Erebistanê ret kiriye ji ber ku Erebistanê dixwest ji sefera 19 Hezîrana Ebadî bo Erebistanê ser qazanca xwe istifade bikin.

Erebistan, Misr, Mîrnişînên Erebî û Behrêyînê li daxûyaniyekê peywendiyên xwe tev Qeterê qut kirin.