Sekinîna Ebadî ser ji nû ve avakirina Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266174-sekinîna_ebadî_ser_ji_nû_ve_avakirina_mûsilê
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku cîhanê fikir nedikir ku hêzên iraqî bikaribin bi vê zûtiyê li nav Mûsilê terorîstên DAIŞÊ têk bidin û got: Niha pêwîst e proja avakirina Mûsilê bi lezgînî destpê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2017 07:30 Asia/Tehran
  • Sekinîna Ebadî ser ji nû ve avakirina Mûsilê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku cîhanê fikir nedikir ku hêzên iraqî bikaribin bi vê zûtiyê li nav Mûsilê terorîstên DAIŞÊ têk bidin û got: Niha pêwîst e proja avakirina Mûsilê bi lezgînî destpê bibe.

Li gor rapora IRIB News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh yekşemê, çû Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê û bi fermî azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragihand.

Ebadî piştî hevdîtina tev fermandarên iraqî bal kişande ser viya ku mêrxasî û camêriya hêzên çekdar ên Iraqê bona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê cîhan ecêbgirtî kir û got: Hêzên iraqî mêrxasiya xwe nîşanî gelên cîhanê dan.

Li gorî raporên ber dest, Ebadî dê li bara azadiya bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê daxûyaniyek da.
Hatiye ragihandin ku Ebadî piştî gihêştina nav bajarê Mûsilê azadiya vî bajarî  li gelê Iraqê pîroz kir.