1000 terorîst li Mûsila kevn hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266152-1000_terorîst_li_mûsila_kevn_hatine_kuştin
Polîsê Iraqa federal ragihand ku li şerê azadkirina navça kevne Mûsilê 1000 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2017 16:29 Asia/Tehran
  • 1000 terorîst li Mûsila kevn hatine kuştin

Polîsê Iraqa federal ragihand ku li şerê azadkirina navça kevne Mûsilê 1000 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Polîsê Iraqa federal li daxûyaniya xwe ya îro yekşemê ragihand li operasiyona azadkirina navça kevne Mûsilê 1000 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin, 65 erebeyên eskerî û 20 tirombîlên bombekirî jî jinav çûn.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û qumandê giştî yê hêzên çekdare Iraqê jî îro seredana bajarê azadbûyî yê Mûsilê kir û azadiya vî bajarî pîrozbahî gote gelê Iraqê û hêzên çekdare vî welatî.

Gor nûçeyekî din ji Iraqê Merîvan Neqşbendî endamê komîta bilind a xebata dijî bîrûbawerên tekfîrî yê dewleta xwecî ya Herêma kurdistana Iraqê li gotûbêja tev ajansa nûçan a IRNA`yê got: ``Tu kîjan ji kurdên ku bûne endamê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê niha di nav vê grûpê da nînin û ev dosiya niha hatiye girêdan``.

Merîvan Neqşbendî got: ``Komîta xebata dijî bîrûbawerên tekfîrî bona sekinîna li hemberî van baweran du pilan hene, 1- raberkirina belgeyên li ser cinayetên terorîstên DAIŞ`ê û babeta dudyan jî xebata dijî van cure nêhrînên tekfîrî, ji ber ku îdî tu kurdek di nav grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê da nemaye``.

Merîvan Neqşbendî bal kişande ser viya ku hemû belgeyên li ser cinayetên terorîstên DAIŞ`ê amade ne, destnîşan kir: ``vê grûpa terorîstî li pişka kavilkirina şûnewarên dînî, zêde ji 100 navendên girîng ên dînî kavil kirine``