Ebadî azadiya Mûsilê li gelê Iraqê pîroz kir
Tîrmeh 09, 2017 13:39 Asia/Tehran
Berdevkê nivîsgeha serokwezîriya Iraqê ragihand ku Heyder Ebadî gihêşte navça Mûsila Kevn û azadiya vî bajarî li gelê Iraqê pîroz kir.
Li gorî rapora ajansa Fars News`ê, Bingehên nûçan ji Iraqê ragihandin ku Heyder Ebadî hema saetek pêş gihêşte nav bajarê Mûsilê.
Berdevkê nivîsgeha serokwezîriya Iraqê ragihand ku ew niha li nav pişka kevn a bajarê Mûsilê ye û dê peyama pîrozbahiya azadiya vî bajarî bo xelkê Iraqê bişîne.
Li gorî raporên ber dest, Ebadî dê li bara azadiya bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê daxûyaniyekê bide ber destê medyayan.
Hatiye ragihandin ku Ebadî piştî gihêştina nav bajarê Mûsilê azadiya vî bajarî li gelê Iraqê pîroz kir.