Emar Hekîm: Iraq dikare bona nîzikkirina nêhrînên Îran û Erebistanê roleke erênî hebe
Serokê hevalbendiya netewî ya Iraqê got: Bexda dikare bona nîzikkirina nêhrînên Îran û Erebistanê roleke erênî hebe.
Li gor rapora ajansa nûçan a Pars News`ê, Seyîd Emar Hekîm serokê hevalbendiya netewî ya Iraqê bal kişande ser viya ku serketinên vê dûmahîkê li Mûsilê û navçên din ên Iraqê îrada xelkê Iraqê bi xwe û bêyî palpiştiya hêzên biyanî bûye, got: ``Bi palpiştiya gelê Iraqê û alîkariya Xwedê, DAIŞ dê li nav Iraqê kokbir be``.
Hekîm destnîşan kir: ``Hevgirtina hemû gelê Iraqê, avedankirina welêt û xebata dijî gendeliyê ji pilanên din ên dewleta Iraqê ne``.
Wî destnîşan kir: ``Herwisa berfirehkirina peywendiyên navçeyî û navnetewî ji bernamên din ên dewleta Bexdayê ne``.
Hekîm li bara planên piştî jinavbirina DAIŞ`ê li Iraqê jî got: ``Operasiyona azadkirina Mûsilê û navçên din ji destê terorîstan nîşan da ku hêzên iraqî bi xwe dikarin parêzvaniya welatê xwe bikin û hewcetî bi hizûra hêzên biyanî li nav axa Iraqê tune û eger qirar be ku hêzên eskerî yên wekî Amerîka bona perwerdehiya hêzên iraqî bêne welêt pêwîst e ku parlemana Iraqê van cure biryaran bipejirîne``.