Terorîstên DAIŞ`ê malên xelkê li Mûsilê kavil kirin
Tîrmeh 09, 2017 07:50 Asia/Tehran
Terorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên giran malên xelkê li Mûsilê kavil kirin.
Li gorî rapora telivîzyona Al-Alamê; Bingehên eskerî yên Iraqê ragihandine Terorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên giran ku ji aliyê hêzên iraqî li nav Mûsilê xwarin, malên xelkê li navça El-Nucêyîfî yên vî bajarî bi bombeyan teqandin ku eva bûye sebeb hezaran kes ji xelkê Mûsilê di bin kaviliyan da bimînin.
Piştî ku terorîstên DAIŞ`ê li nav Mûsilê rastî işkestên giran hatin û ev bajara ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bû,paşmayiyên terorîstan mal û jêravahiyên vî bajarî kavil kirin.
Ji aliyê dinve qumandên polîsê federal ê Iraqê piştî azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan, alaya vî welatî li navenda bajarê kevne Mûsilê li ser avahî û malên vê navçê xistin.