Kuştina serkirdeyê seûdî yê DAIŞ`ê çaxê revîna ji Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266088-kuştina_serkirdeyê_seûdî_yê_daiŞ_ê_çaxê_revîna_ji_mûsilê
Qumanihiyaê hêzên eskerî yên Iraqê ragihand: ``Serkirdeyekî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku welatiyê seûdî bû çaxê revîna ji Mûsilê hate kuştin``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2017 06:07 Asia/Tehran
  • Kuştina serkirdeyê seûdî yê DAIŞ`ê çaxê revîna ji Mûsilê

Qumanihiyaê hêzên eskerî yên Iraqê ragihand: ``Serkirdeyekî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku welatiyê seûdî bû çaxê revîna ji Mûsilê hate kuştin``.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, qumandihiya hêzên çekdar ên Iraqê li daxûyaniya xwe ya duh şemiyê ragihand: ``Serkirdeyekî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser navê Ebûhefse Seûdî ku ji qumandên serekeye grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bû, çaxê revîna ji rojavaya Mûsilê bi destê hêzên iraqî hate kuştin``.

Ji aliyê dinve berdevkê operasiyona hevpar a Iraqê jî duh şemiyê ragihand ku ``hêzên vî welatî hemû aliyên pişka kevn a Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxistin``.

Sertîp Yehya Resûl berdevkê qumandê operasiyona hevpar a Iraqê jî ragihand, tevî şer û pevçûnên giran di navbera hêzên iraqî û terorîstên DAIŞ`êli derûdora çemê Dicleyê, hêzên iraqî karîne hemû pişka kevnar a Mûsilê ji destê terorîstyan azad bikin.

Operasiyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmeha sala 2016`an dest pê bûye.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê hevdem digel têkçûnên li bereyên şêrr, dest bi danîna bombeyan li hemî deverên bin kontrola xwe kiriye.