Kuştina serkirdeyê seûdî yê DAIŞ`ê çaxê revîna ji Mûsilê
Qumanihiyaê hêzên eskerî yên Iraqê ragihand: ``Serkirdeyekî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku welatiyê seûdî bû çaxê revîna ji Mûsilê hate kuştin``.
Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, qumandihiya hêzên çekdar ên Iraqê li daxûyaniya xwe ya duh şemiyê ragihand: ``Serkirdeyekî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser navê Ebûhefse Seûdî ku ji qumandên serekeye grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bû, çaxê revîna ji rojavaya Mûsilê bi destê hêzên iraqî hate kuştin``.
Ji aliyê dinve berdevkê operasiyona hevpar a Iraqê jî duh şemiyê ragihand ku ``hêzên vî welatî hemû aliyên pişka kevn a Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxistin``.
Sertîp Yehya Resûl berdevkê qumandê operasiyona hevpar a Iraqê jî ragihand, tevî şer û pevçûnên giran di navbera hêzên iraqî û terorîstên DAIŞ`êli derûdora çemê Dicleyê, hêzên iraqî karîne hemû pişka kevnar a Mûsilê ji destê terorîstyan azad bikin.
Operasiyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmeha sala 2016`an dest pê bûye.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê hevdem digel têkçûnên li bereyên şêrr, dest bi danîna bombeyan li hemî deverên bin kontrola xwe kiriye.