Bi dehan DAIŞ`î li pişka kevnar a Mûsilê hatine kuştin
Tîrmeh 09, 2017 05:12 Asia/Tehran
Bingehên iraqî ragihandin ku bi dehan endamên terorîstên DAIŞ`ê li pişka kevnar a Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê hatine kuştin.
Li gorî rapora ajanasa nûçan a Sputnikê; Artêşa Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku Hêzên eslehiya vî welatî li êrişa ser axir pêgeha terorîstên DAIŞ`ê li pişka kevnar a Mûsilê 35 terorîst kuştin.
Li vê daxûyaniyê hatiye ku hêzên ewlehiya Iraqê herwisa 6 terorîstên DAIŞ`ê jî girtin.
Yehya Resûl berdevkê qumandê operasiyona hevpar a Iraqê jî ragihand, tevî şer û pevçûnên giran di navbera hêzên iraqî û terorîstên DAIŞ`êli derûdora çemê Dicleyê, hêzên iraqî karîne hemû pişka kevnar a Mûsilê ji destê terorîstyan azad bikin.