Rawêjjkarê serokwezîrê Iraqê qala biryara Heyder Ebadî ji bo wêdadayîna Hadî Amirî kir
Rawêjkarê serokwezîrê Iraqê qala biryara Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji bo wêdadayîna Hadî Amirî ji fermandarên Heşdê Şeibî kir.
Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê ajansa nûçeyan a Beghdad News`ê, Êhsan El Şemerî li hevpeyivîneke rojnamevaniyê got: Serokwezîrê û fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê, Heyder Ebadî dil heye tevî hilêxistina dozeke dadweriyê li dijî Hadî El Amirî ji fermandarên Heşdê Şeibî bi tawana propagandaya dijî dewletê û xerabkirina hitbara dewletê, wî ji fermandetiya hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî wêda dayne.
El Şemerî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku ji bilî fermandarê giştî yên hêzên çekdar ên Iraqê û fermabndarên ewlehiyê mafê tu kesî tune ku fermandetiya hêzên Heşdê Şeibî bike, her wiha got: `Niha tenê Saziya Dadweriyê ya Iraqê dikare di navbera El Ebadî û El Amirî û gelê Iraqê dadweriyê bike`.
Wî got: `Gellek cihê şermê ye ku El Amirî xwe yek ji rayedarên Iraqê dizane`.