Serkirdeyekî DAIŞ`ê lin Mûsilê hat kuştinê
Fermandetiya operasiyona hevpar a hêzên iraqî êvara îniyê ragiahnd ku Ebû Zeyd ji serkirdeyên DAIŞ`ê hevrê digel 7 kesên din ji endamên vê koma têrorîst li beşa qedîm a Mûsilê li bakurê Iraqê hatine kuştin.
Li gorî salixdana IRNA`yê, Ebû Zeyd li nêzikî mizgefta Cami a Şêx El Şetê li pişka qedîmî ya Mûsilê hat kuştinê.
Eva di rewşekê da ye ku bi jinavbirina dawîn çeperên DAIŞ`ê û paqijkirina tam a pişka qedîm Mûsilê, ev bajar piştî hezar û 122 rojan bi awayekî tam hat azadkirin û dengê gulleyan qut bû û fermandarên cengê li benda daxûyaniya fermî ya Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê ne.
Operasiyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmeha sala 2016`an dest pê bûye.
Li gorî nûçeyeke din, malbatên goriyên teqîna mayînê li Başîqê li bakurê rojhilata Mûsilê û saziyên xêrxwaziyê, xwestin ku ev dever bilez ji bombe û mayînên danandî ji aliyê DAIŞ`ê va bên paqijkirin.
Çarşemiya buhurî ji ber teqîna mayînekê li gundê Xursebata başîqê sê zarok hatine kuştinê û kesek jî birîndar bû.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê hevdem digel têkçûnên li bereyên şêrr, dest bi danîna bombeyan li hemî deverên bin kontrola xwe kiriye.