Mûsila kevn azad bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266034-mûsila_kevn_azad_bû
Fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê li daxûyaniyekê raghand: Beşa kevn a Mûsilê îro kete kontrola hêzên iraqî û tenê çend metr heya azadiya tam a vî bajarî maye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 08, 2017 11:45 Asia/Tehran
  • Mûsila kevn azad bû

Fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê li daxûyaniyekê raghand: Beşa kevn a Mûsilê îro kete kontrola hêzên iraqî û tenê çend metr heya azadiya tam a vî bajarî maye.

 Li gorî rapora Someriye Newsê, bi azadiya beşa kevn a Mûsila kevn, di pratîkê de dê bajarê Mûsilê bi giştî azad bibe.

 Kanala  Meyadînê jî raghand: Hêzên iraqî ji hêla eskerî va tam kontrola bajarê Mûsuilê bi dest xistin û tenê zîvalek li kêleka  çemê Dîcleyê li rojhilata  navça Meydanê maye.

 Li gor nûçeyeke din piştî işkesta terorîstên DAIŞê ku dixwestin  ji perava  rojava  derbasî perava  rojhilata Mûsilê bibin, 35 endamên DAIŞê hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

 Beşa rojhilata  Mûsilê li 24 Çilla 2017`an ji lepên  terorîstên DAIŞê hat azadkirin. Operasyona jibo azadiya rojava  Mûsilê jî ji 19 Sibata  îsal destppê bû û li 29 Hezîranê dawî bû.