Tekîda Iraqê ser xwetêkelî nekirina Îranê dinav karûbarên vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265912-tekîda_iraqê_ser_xwetêkelî_nekirina_Îranê_dinav_karûbarên_vî_welatî
Serokkomarê Iraqê destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê li qet xwe têkelî nav karûbarên vî welatî nake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 07, 2017 06:21 Asia/Tehran
  • Tekîda Iraqê ser xwetêkelî nekirina Îranê dinav karûbarên vî welatî

Serokkomarê Iraqê destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê li qet xwe têkelî nav karûbarên vî welatî nake.

Li gorî rapora  Miliyetê ji zarê Fars News`ê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li gotûbêja bi rojnama  siûdî ya Ekazê got: Iraq qet nikare bibe dijminê Îranê ji ber ku Bexda bi dû peywendiya baş tev hemû welatan e û îdiaya xwetêkeliya Îranê bo nav karûbarên Iraqê gotinekî siyasî ye.

Fuad Mesûm li bersiva  îdiaya  nûçegihanê rojnama siûdî derheq piştgiriya  Îranê ji terorîzmê got: ``Em nikarin bibin dijminê Îranê û em li dû pweywendiyeke  hevseng bi hemî welatan re ne. tê gotin ku Îran li karûbarên Iraqê mudaxilê dike lê ev gotin  gişt siyasî ne. Heya vê gavê min heta tenê berpirsekî Îranî jî nedîtiye ku  ji min bixweze ku pêngaveke taybet rakim û hegera herî mezin a vê îdiayê jî lidarxistina civînên vê dawiyê li Riyazê ye. Ger Îranê bi rastî mudaxile bikira divê ji min bixwestan ku ez neçim vê seferê lê ez çûme vê seferê. Tevî ku  me peywendiyên baş bi Îranê re heye``.

Wî got: ``Li sala 2014an  ku jibo civînên NY çûbûm Emerîkayê bi Co Baydên alîkarê serokkomarê Emerîkayê re  civiyam; Em li bara  meselên zav şêwirîn û min ji wî re got: `Em bi çavên Îranê li Emerîkayê nanêrin û çawa ku bi çavên we li Îranê nanêrin û em xwediyê berjewendiyên hevpar û peywendiyên startejîk bi Îran û Emerîkayê re ne``.

 Serokkomarê Iraqê got: ``Peywendiyên me bi Îranê re baş û qenc in, Tiştê ku li bara serdar Silêymanî û kiryarên wî li Bexdayê tên gotin,  eseh nînin. Silêymanî tenê misteşarekî eskerî ye û kedkarê dayîm nîne. Me ji Emerîka, Fransa, Tirkiye û her wiha Îranê misteşarên eskerî hene û divê em ji ezmûnên wan sûdl werbigirin. Her wiha  me  komîta hewahengiya  çaralî ya Iraq, Îran, Sûriye û Rûsiyê heye``.