Tekîda Iraqê ser xwetêkelî nekirina Îranê dinav karûbarên vî welatî
Serokkomarê Iraqê destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê li qet xwe têkelî nav karûbarên vî welatî nake.
Li gorî rapora Miliyetê ji zarê Fars News`ê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li gotûbêja bi rojnama siûdî ya Ekazê got: Iraq qet nikare bibe dijminê Îranê ji ber ku Bexda bi dû peywendiya baş tev hemû welatan e û îdiaya xwetêkeliya Îranê bo nav karûbarên Iraqê gotinekî siyasî ye.
Fuad Mesûm li bersiva îdiaya nûçegihanê rojnama siûdî derheq piştgiriya Îranê ji terorîzmê got: ``Em nikarin bibin dijminê Îranê û em li dû pweywendiyeke hevseng bi hemî welatan re ne. tê gotin ku Îran li karûbarên Iraqê mudaxilê dike lê ev gotin gişt siyasî ne. Heya vê gavê min heta tenê berpirsekî Îranî jî nedîtiye ku ji min bixweze ku pêngaveke taybet rakim û hegera herî mezin a vê îdiayê jî lidarxistina civînên vê dawiyê li Riyazê ye. Ger Îranê bi rastî mudaxile bikira divê ji min bixwestan ku ez neçim vê seferê lê ez çûme vê seferê. Tevî ku me peywendiyên baş bi Îranê re heye``.
Wî got: ``Li sala 2014an ku jibo civînên NY çûbûm Emerîkayê bi Co Baydên alîkarê serokkomarê Emerîkayê re civiyam; Em li bara meselên zav şêwirîn û min ji wî re got: `Em bi çavên Îranê li Emerîkayê nanêrin û çawa ku bi çavên we li Îranê nanêrin û em xwediyê berjewendiyên hevpar û peywendiyên startejîk bi Îran û Emerîkayê re ne``.
Serokkomarê Iraqê got: ``Peywendiyên me bi Îranê re baş û qenc in, Tiştê ku li bara serdar Silêymanî û kiryarên wî li Bexdayê tên gotin, eseh nînin. Silêymanî tenê misteşarekî eskerî ye û kedkarê dayîm nîne. Me ji Emerîka, Fransa, Tirkiye û her wiha Îranê misteşarên eskerî hene û divê em ji ezmûnên wan sûdl werbigirin. Her wiha me komîta hewahengiya çaralî ya Iraq, Îran, Sûriye û Rûsiyê heye``.