Serokkomarê Iraqê: ``Em nikarin bibin dijminê Îranê``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265890-serokkomarê_iraqê_em_nikarin_bibin_dijminê_Îranê
Serokkkomarê Iraqê ser peywendiyên qenc û baş ên Bexdayê bi Îranê re tekez kir û hemî tawanên girêdayî li Îranê derheq mudaxila li karûbarên Iraqê bi micidî red kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2017 14:15 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê: ``Em nikarin bibin dijminê Îranê``

Serokkkomarê Iraqê ser peywendiyên qenc û baş ên Bexdayê bi Îranê re tekez kir û hemî tawanên girêdayî li Îranê derheq mudaxila li karûbarên Iraqê bi micidî red kirin.

Li gorî rapora  Miliyetê ji zarê Fars News`ê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li gotûbêja bi rojnama  siûdî ya Ekazê li bersiva  îdiaya  nûçegihanê rojnama siûdî derheq piştgiriya  Îranê ji terorîzmê got: ``Em nikarin bibin dijminê Îranê û em li dû pweywendiyeke  hevseng bi hemî welatan re ne. tê gotin ku Îran li karûbarên Iraqê mudaxilê dike lê ev gotin  gişt siyasî ne. Heya vê gavê min heta tenê berpirsekî Îranî jî nedîtiye ku  ji min bixweze ku pêngaveke taybet rakim û hegera herî mezin a vê îdiayê jî lidarxistina civînên vê dawiyê li Riyazê ye. Ger Îranê bi rastî mudaxile bikira divê ji min bixwestan ku ez neçim vê seferê lê ez çûme vê seferê. Tevî ku  me peywendiyên baş bi Îranê re heye``.

Wî got: ``Li sala 2014an  ku jibo civînên NY çûbûm Emerîkayê bi Co Baydên alîkarê serokkomarê Emerîkayê re  civiyam; Em li bara  meselên zav şêwirîn û min ji wî re got: `Em bi çavên Îranê li Emerîkayê nanêrin û çawa ku bi çavên we li Îranê nanêrin û em xwediyê berjewendiyên hevpar û peywendiyên startejîk bi Îran û Emerîkayê re ne``.

 Serokkomarê Iraqê got: ``Peywendiyên me bi Îranê re baş û qenc in, Tiştê ku li bara serdar Silêymanî û kiryarên wî li Bexdayê tên gotin,  eseh nînin. Silêymanî tenê misteşarekî eskerî ye û kedkarê dayîm nîne. Me ji Emerîka, Fransa, Tirkiye û her wiha Îranê misteşarên eskerî hene û divê em ji ezmûnên wan sûdl werbigirin. Her wiha  me  komîta hewahengiya  çaralî ya Iraq, Îran, Sûriye û Rûsiyê heye``.