Peyama pîrozbahîyê ya Ayetulah Sîstanî bo boneya azadkirina Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265816-peyama_pîrozbahîyê_ya_ayetulah_sîstanî_bo_boneya_azadkirina_mûsilê
Hezretê ayetulah Sîstanî merceê pilebilind ê şîeyên Iraqê li peyamekê azadkirina Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê pîroz kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2017 04:10 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahîyê ya Ayetulah Sîstanî bo boneya azadkirina Mûsilê

Hezretê ayetulah Sîstanî merceê pilebilind ê şîeyên Iraqê li peyamekê azadkirina Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê pîroz kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan Resa`yê, Evdilgenî Esedî yek ji fermandeyên opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê bal kişand ser peywendîya telefonî ya Şêx Evdilmehdî Kerbelayî nunerê ayetulah Sîstanî û hilkolandina rewşa Mûsilê piştî azadkirina vê deverê û got, wî  peyama pîrozbahîyê ya ayetulah Sîstanî ya jibo fermande û têkoşeran raghiand û li ser piştgirîya madî û meinewî ji wan sekinî.

Esedî herwiha gto: Hêzên iraqî hela jî girêdayîyê peymana xwe ya peyrewîya ji merceîyetê û têkoşîna li hemberî têrorîsmê ne.

Hêzên çekdar ên Iraqê niha mijûlê azadkirina taxên herîdawîyê yên di bin lepên DAIŞ`ê li pişka Kevin a Mûsilê li perrava rojavaya çemê Diclê da ne û tê payîn bi zûtirkê serkevtina tam li Mûsilê bê ragihandin.