Hewldana jibo jinavbirina 100 endamên DAIŞ`ê yên mayî li Mûsila Qedîm
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265804-hewldana_jibo_jinavbirina_100_endamên_daiŞ_ê_yên_mayî_li_mûsila_qedîm
Çavkaniyên iraqî dibêjin ku hejmara endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê ku li navçeyên Mûsila qedîm hatine dorpêçkirin kêmtir ji 100 kesî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2017 15:28 Asia/Tehran
  • Hewldana  jibo jinavbirina 100 endamên DAIŞ`ê yên mayî li Mûsila Qedîm

Çavkaniyên iraqî dibêjin ku hejmara endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê ku li navçeyên Mûsila qedîm hatine dorpêçkirin kêmtir ji 100 kesî ye.

 Televîzyona Meyadînê ya Lubnanê roja çarşemiyê raghand ku artêşa Iraqê li rojên  derbasbûyî hewldana xwe jibo paqijkirina navçayên binkontrola endamên DAIŞê li navça kevnare ya bajarê Mûsilê li parêzgeha  Nenewayê li bakurê Iraqê zêde kiriye.

 Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, du  endamên întiharî ku bi kinvên polîsan dixwestin  li rojhilata  Mûsilê operasyona terorîstî cih bînin , hatin kuştin.

 Di eynî demê de  televîayona  El-Alamê raghand ku hêzên  Rêxistina rawestana li ber terorîzmê yên Iraqê li dewama  pêşdeçûnên xwe li Mûsilê gihêştin mizgevta came ya El-Musefayê li navça El-Kewazînê.