Êrişa bi balafirên bêfirokevan ser cebilxana herî mezin a DAIŞ`ê
Fermandeyê Polîsên Federal ên Iraqê ragihand ku zêde ji 60 terorîstên DAIŞ`ê di encama operasyona paqijkirina pişka kevin a Mûsilê li bakûra vî welatî da hatin kuştinê.
Serleşker Şakir Cewdet fermandeyê polîsên fêdêral ên Iraqê got: Fermandetîya Polîsên Fêdêral paqijkirina deverên herîdawîyê yên li pişka kevin a Mûsilê jibi têkbirina têrorîst û tirsonerkên xwe li tonêlan veşartine, didomîne.
Wî herwiha gto: Di encama paqijkirina pişka kevin a Mûsilê da heta niha 57 têrorîst û 4 nîşangirên DAIŞ`ê hatine kuştinê û hejmarek qawûşên teqandinê, mûşek û mûşekavêj jî hatine keşifkirin.
Serleşker Cewdet herwiha got: Hêzên Polîsên Fêdêral herwiha maşîneke bombekirî rûxandin û hejmarek bombeyên li mal û taxan hatibûn bicihkirinê jî pûç kirin.
Ji hêla din ve, Yekîneya Lêzanînên Eskerî ya artêşa Iraqê yek ji têrorîstên gellek bitalûke li devera Al Azîm li parêzgeha Dîyalê girt.
Fermandeyê polîsên parêzgeha Dîyalê jî ragihand ku berpirsê koma têrorîst a DAIŞ`ê li devera Beledrûz û Kenanê li rojhilata şarê Beiqûbê hat kuştinê.
Komîteya Ewlehîyê ya Civata Parêzgeha Dîyalê jî ragihand ku postçî û qasidê Ebûbekir Bexdadî serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê li bajarê Beiqûbê hat kuştinê.
Çavkanîyeke herêmî li parêzgeha Kerkûkê jî ragihand ku yek ji kargeh û cebilxanên herîmezin ên koma têrorîst a DAIŞ`ê li başûra rtojavaya Kerkûkê ketîye ber êrişa balafireke bêfirokevan a artêşê û di encamê da 5 têrorîstên vê komê hatin kuştinê û 7 jî birîndar bûn.
Cebilxana hanê li gundê Al Sefre li pişka Rîyazê bû û berpirsê bombedanînê yê DAIŞ`ê li wilayeta Kerkûkê ji wan birîndarbûyîyên di encama vê êrişa bi balafirên bêfirokevan e.
Çavkanîyeke herêmî li parêzgeha Nêynewayê jî ragihand: Têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê fermandeyên herêmî yên herîdawîyê yên vê komê li devera Tileferê li rojavaya Mûsilê îdam kirine û ev devera tam xistine bin kontrola xwe.