DAIŞê 200 kes li rojava Mûsilê îdam kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265776-daiŞê_200_kes_li_rojava_mûsilê_îdam_kirin
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li dewama cinayetên xwe 200 kes ji xelkê bajarê Teleferê li rojava Mûsilê îdam kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2017 13:03 Asia/Tehran
  • DAIŞê 200 kes li rojava Mûsilê îdam kirin

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li dewama cinayetên xwe 200 kes ji xelkê bajarê Teleferê li rojava Mûsilê îdam kirin.

 Li gorî rapora Sputnikê, DAIŞ`ê mehekê ev 200 kes ji xelkê bajarê Teleferê ku tirkman bûn di hewsê de xweyî kirin û piştî hewldana wan jibo revînê bo navçên biewleh ew îdam kirine.

 Li nav yên îdambûyî de hejmarek jin û zarok jî hene.

 Medyayê xwecî yên Iraqê dibêjin ku DAIŞ`ê sêşemiyê şevê hukma  îdamê jibo 200 kesên sivîl cih aniye.

 Rayedarekî xwecî li parêzgeha Neynewayê got: Endamên DAIŞ`ê fermandên  herî dawiyê yên herêmî yên vê komê li bajarê Tileferê li rojava  Mûsilê îdam kirine û tam kontrola vê navçê girtine destê xwe.