DAIŞê 200 kes li rojava Mûsilê îdam kirin
Tîrmeh 05, 2017 13:03 Asia/Tehran
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li dewama cinayetên xwe 200 kes ji xelkê bajarê Teleferê li rojava Mûsilê îdam kirin.
Li gorî rapora Sputnikê, DAIŞ`ê mehekê ev 200 kes ji xelkê bajarê Teleferê ku tirkman bûn di hewsê de xweyî kirin û piştî hewldana wan jibo revînê bo navçên biewleh ew îdam kirine.
Li nav yên îdambûyî de hejmarek jin û zarok jî hene.
Medyayê xwecî yên Iraqê dibêjin ku DAIŞ`ê sêşemiyê şevê hukma îdamê jibo 200 kesên sivîl cih aniye.
Rayedarekî xwecî li parêzgeha Neynewayê got: Endamên DAIŞ`ê fermandên herî dawiyê yên herêmî yên vê komê li bajarê Tileferê li rojava Mûsilê îdam kirine û tam kontrola vê navçê girtine destê xwe.