Serokwezîrê Iraqê: Me ti pêşmercek jibo muzakira ligel Herêma Kurdistanê tineye
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku Bexdayê jibo muzakira bi Herêma Kurdistanê re ti pêşmercek tineye.
Li gorî rapora malpera nûçan a Rûdawê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîneke rojnamevaniyê ragihand: Bexdayê ti pêşmercek jibo muzakira jibo çareserkirina nakokîyên ligel Hewlêrê tineye.
Wî bal kişand ser mijara niftê û girîngîya zelalkirna karên vî warî û got: Herêma Kurdistanê niftê difiroşe lewma rayedarên Herêma Kurdistanê divê li muzkireyên ku yê pêk bên, bi zelalîyeke tam meseleyan hilkolînin û ev zelalbûna nemaze di warê niftê da girîng e.
Serokwezîrê Iraqê got: Haya me ya tam û deqîq li bara ast û çawanîya derxistin û firotina rojane ya niftê li Herêma Kurdistanê heye û niha asta derxistina niftê li Herêma Kurdistanê guncav e.