El-Ebadî: Liv û tevgerên li dijî Heşda Şebî nayê qebûlkirin
Tîrmeh 05, 2017 12:53 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê jibo piştgiriya ji hêzên Heşda Şebî hemî kiryar û liv û tevgerên hêzên Heşda Şebî derew û çêkiriyê destê serwîsên îstixbaratî yên navneteweyî da zanîn.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala El-Someriye Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand: Hêzên iraqî karîn ku bi sekinîna ser hêzên xwe, grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê işkest bidin.
El-Ebadî ji civaka navneteweyî daxwaz kir ku jibo avedankirina kavilkariyên DAIŞ`ê li Iraqê hevkariyê bikin. Di eynî demê de, hêzên iraqî li Mûsila Qedîm, çend navçeyên din ji lepên teorîstên DAIŞ`ê azad kirin. Li gorî raporên vê dawiyê, meydana Bab El-Tûbê û mizgevta Xezamê li Mûsila Qedîm ji van navçan bû ku keTe bin kontrola hêzên iraqî.