Bi dehan terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê hatine kuştin
Tîrmeh 05, 2017 11:09 Asia/Tehran
Qumandê polîsê federal ê Iraqê ragihand ku li operasiyona paqijkirina pişka kevn a Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê 60 terorîst hatine kuştin.
Li gor rapora ajansa Tesnîmê, Ji zarê Sûmiriye Newas`ê, Serleşker Raid Şakir Cewdet qumandê polîsê federale Iraqê got: li operasiyona paqijkirina pişka kevne Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê 60 terorîst hatine kuştin û derbeyên giran li paşmayiyên terorîstan ketin.
Raid Şakir Cewdet bal kişande ser kuştin û birîndarbûna terorîstên DAIŞ`ê li pişka kevne Mûsilê û ragihand ku hêzên iraqî dest bi ser gelek ji çek û sîlahên terorîstan girtin.
Herwisa saziya istixbratî ya artêşa Iraqê jî ragihand ku terorîstê herî bi xeter li parêzgeha Diyalê hate girtin.