Bi dehan terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265742-bi_dehan_terorîstên_daiŞ_ê_li_mûsilê_hatine_kuştin
Qumandê polîsê federal ê Iraqê ragihand ku li operasiyona paqijkirina pişka kevn a Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê 60 terorîst hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2017 11:09 Asia/Tehran
  • Bi dehan terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê hatine kuştin

Qumandê polîsê federal ê Iraqê ragihand ku li operasiyona paqijkirina pişka kevn a Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê 60 terorîst hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa Tesnîmê, Ji zarê Sûmiriye Newas`ê, Serleşker Raid Şakir Cewdet qumandê polîsê federale Iraqê got:  li operasiyona paqijkirina pişka kevne Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê 60 terorîst hatine kuştin û derbeyên giran li paşmayiyên terorîstan ketin.

  Raid Şakir Cewdet bal kişande ser kuştin û birîndarbûna terorîstên DAIŞ`ê li pişka kevne Mûsilê û ragihand ku hêzên iraqî dest bi ser gelek ji çek û sîlahên terorîstan girtin.

Herwisa saziya istixbratî ya artêşa Iraqê jî ragihand ku terorîstê herî bi xeter li parêzgeha Diyalê hate girtin.