DAIŞ ji xerîta Mûsilê hat wêdebirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265736-daiŞ_ji_xerîta_mûsilê_hat_wêdebirin
Erkantiya propaganda fermandehiya hevpar a operasyona azadkirina Mûsilê li Iraqê, roja çarşemiyê li xerîta herî dawiyê ya hatî weşandin li bara pêvajoya şêr li Mûsilê li bakurê Iraqê, cara yekê li salên vê dawiyê yên grûpa terorîstî ya DAIŞê ji ser xerîta vî bajarî wêde bir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2017 11:00 Asia/Tehran
  • DAIŞ ji xerîta Mûsilê hat wêdebirin

Erkantiya propaganda fermandehiya hevpar a operasyona azadkirina Mûsilê li Iraqê, roja çarşemiyê li xerîta herî dawiyê ya hatî weşandin li bara pêvajoya şêr li Mûsilê li bakurê Iraqê, cara yekê li salên vê dawiyê yên grûpa terorîstî ya DAIŞê ji ser xerîta vî bajarî wêde bir.

 Li gorî rapora  IRNA`yê, li gorî xerîta nû ya hatî weşandin erkantiya  propagendeya fermandetiya hevpar a operasyona  azadkirina Mûsilê, meqerên  grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li beşa qedîm a bajarê Mûsilê, qeytaneke zirav li perava  rojava  ya çemê Dîcleyê ye ku berê wê zêdetir ji çend sed mêtran nîne.

 Li gorî vê raporê, hîn  pevçûnên  bi endamên DAIŞê yên mayî re li navçên  El-Meydan, El-Kewazîn, Bab El-Meşt, Leşhewan û Deke El-Birke di rojevê ye .

 Fermandetiya Rêxistina Rawestana li ber terorîzmê ku niha qonaxên  dawiyê yên  vê pevçûnê bi endamên  terorîstî ya DAIŞê derbas dike raghandiye ku  heya gihêştina bo perava  çemê Dîcleyê tenê 150 mêtran dûr e.

 Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê duh berêvarê, sêşemiyê li civîna heftane bi nûçegihanan re tekez kir: Dema serketina  dawiyê ser DAIŞê li Mûsilê pir nêzîk bûye. Operasyona  azadkirina  Mûsilê navenda parêzgeha  Neynewayê, heş mehan berî niha li Cotmeha 2016an  destpê bû.