DAIŞ ji xerîta Mûsilê hat wêdebirin
Erkantiya propaganda fermandehiya hevpar a operasyona azadkirina Mûsilê li Iraqê, roja çarşemiyê li xerîta herî dawiyê ya hatî weşandin li bara pêvajoya şêr li Mûsilê li bakurê Iraqê, cara yekê li salên vê dawiyê yên grûpa terorîstî ya DAIŞê ji ser xerîta vî bajarî wêde bir.
Li gorî rapora IRNA`yê, li gorî xerîta nû ya hatî weşandin erkantiya propagendeya fermandetiya hevpar a operasyona azadkirina Mûsilê, meqerên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li beşa qedîm a bajarê Mûsilê, qeytaneke zirav li perava rojava ya çemê Dîcleyê ye ku berê wê zêdetir ji çend sed mêtran nîne.
Li gorî vê raporê, hîn pevçûnên bi endamên DAIŞê yên mayî re li navçên El-Meydan, El-Kewazîn, Bab El-Meşt, Leşhewan û Deke El-Birke di rojevê ye .
Fermandetiya Rêxistina Rawestana li ber terorîzmê ku niha qonaxên dawiyê yên vê pevçûnê bi endamên terorîstî ya DAIŞê derbas dike raghandiye ku heya gihêştina bo perava çemê Dîcleyê tenê 150 mêtran dûr e.
Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê duh berêvarê, sêşemiyê li civîna heftane bi nûçegihanan re tekez kir: Dema serketina dawiyê ser DAIŞê li Mûsilê pir nêzîk bûye. Operasyona azadkirina Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê, heş mehan berî niha li Cotmeha 2016an destpê bû.