Heşda Şeibî: Terorîstan û Erebistanê armancek xêncî xizmetkirina ji bo Îsrayîl tunen
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265650-heşda_Şeibî_terorîstan_û_erebistanê_armancek_xêncî_xizmetkirina_ji_bo_Îsrayîl_tunen
Alîkarê hêzên gelanî yên Iraqê yanî Heşda Şeibî destnîşan kir: Terorîstan û piştgirên wan yên wekî Amerîka û Erebistanê armancek xêncî xizmetkirina ji bo Îsrayîl tunen.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2017 07:14 Asia/Tehran
  • Heşda Şeibî: Terorîstan û Erebistanê armancek xêncî xizmetkirina ji bo Îsrayîl tunen

Alîkarê hêzên gelanî yên Iraqê yanî Heşda Şeibî destnîşan kir: Terorîstan û piştgirên wan yên wekî Amerîka û Erebistanê armancek xêncî xizmetkirina ji bo Îsrayîl tunen.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ebû Mehdî El-Muhendis alîkarê hêzên gelanî yên Iraqê yanî Heşda Şeibî duşemê şev li kêlega civîna 9-an a radyo-televîzyonên îslamî li Meşhedê li bakûra rojhilata Îranê destnîşan kir: Hedefa terorîstên DAIŞ`ê û grûpên din ên terorîstî bona destpêkirina şer û xwînrijandina xelkê bê guneh li welatên wekî Iraq, Sûriye û Lîbyayê kavilkirin û parçekirina van welatan e ku eva ser xêr û qazanca dijminên umeta îslamî ye.

Ebû Mehdî El-Muhendisê bal kişande ser viya ku Komara îslamî ya Îranê qet ji hedef û armancên xwe dûr neketiye destnîşan kir; Îran hertim piştevanê gelên mezlûme cîhanê yên wekî Filistîn, Iraq û Yemenê ye.