Emar Hekîm: Bexda heta dijberê mayîna eskerekî biyanî li nav axa Iraqê ye
Serokê meclîsa bilind a Îslamî ya Iraqê tekez kir: Bi işkesta dawiyê ya DAIŞ`ê êdî dê tu esker an navendeke eskerî ya biyanî li welatê wî nemîne.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars Newsê, Emar Hekîm serokê meclîsa bilind a Îslamî û serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê got: Dewleta Bexdayê li hember mayîna hêzên biyanî li axa Iraqê dijberiyê dike û mayîna eskeran tenê ibo iraqiyan e û hakimiyeta Iraqê girêdayî bi vê rawestan û berevaniya ji yekitiya welêt e.
Hekîm li dewamê got: Ewlwiyetên Iraqê li qonaxa din ji işkestdana DAIŞ`ê sekinîna ser beşên wlehiyê û îstixbaratî ye ji ber ku DAIŞ`ê ji nav diçe û dawî dibe lê em jixwe hevcedarê demeke dirêj jibo rawestana li ber wê ne.
Serokê meclisa bilind a Îslamî ya Iraqê bal kişand ser projeyeke siyasî ya tam û dilniya jibo iraqiyan û got: Ev plana lihevkirinê ser esasa lihevkirina neteweyî û sê xalên dayîna puenên dualî, raerkirina garantiyan û xatircemkirinên dualî ye.