Azadkirina hin navçeyên din li Mûsilê li dewama paqijkirina vî bajarî
Fermandê polîsê federal ê Iraqê li bara zadakirina taxên nû li bajarê Mûsilê û pêşdeçûna li mêhwera başûrê beşa kevnare ya bajêr û pevçûna giran bi endamên DAIŞ`ê re agahî da.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya El-Alamê, û ji zarê Raid Cewdet fermandê polîsê federala Iraqê, ev pevçûn li taxa Bab El-Seray û şeqama El-Nuceyfî dom kir û hêzên iraqî hewl didin xwe bighînin kêleka çemê Dicleyê û dawiya şerê rizgarkirina Mûsilê raghînin.
Li gorî gotina Cewdet, tîmên din ji van hêzana dest bi rigarkirina welatiyên mayî bin kelefeyan û paqijkirina navçeyên azadbûyî ji bombeyan û madên teqînê yên bicihkirî ji aliyê DAIŞ`ê kirin.
Fermandarê polîsê federal ê Iraqê her wiha got: `Piştî ragihandina azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê, hêzên iraqî operasyona xwe li navçeyên ku hîn çeteyên DAIŞ`ê li wir in bidomînin.
Tê gotin ku Heyder Ebadî serokwezîr û fermandehiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê jibo ragihandina serketina dawiyê li hember terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê, roja duşemiyê dê here vî bajarî.
Hêzên iraqî siba pênşemiya buhurî gihêştine mizgevta El-Nûrî li rojava Mûsilê û li gorî gotina Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, ev serketina tê wateya dawiya karê DAIŞ`ê li Mûsilê.