DAIŞ`ê 900 hezar welatîyên iraqî li Mûsilê aware kirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265590-daiŞ_ê_900_hezar_welatîyên_iraqî_li_mûsilê_aware_kirine
Wezîrê karên koçberan ê Iraqê got, opêrasyona azadkirina Mûsilê bi hegera xirabkarîyên têrorîstên DAIŞ`ê, bûye sedema awarebûna zêde ji nehsid hezar welatîyên vî şarî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 03, 2017 11:50 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê 900 hezar welatîyên iraqî li Mûsilê aware kirine

Wezîrê karên koçberan ê Iraqê got, opêrasyona azadkirina Mûsilê bi hegera xirabkarîyên têrorîstên DAIŞ`ê, bûye sedema awarebûna zêde ji nehsid hezar welatîyên vî şarî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Casim Mihemed Caf wezîrê karên koçber û awarebûyîyên Iraqê bi ragihandina vê yekê dîyar kir: Ji destpêka opêrasyona azadkirina Mûsilê va (17`ê Cotmeha 2017`ê) heta roja îro 900 hezar û 857 kes aware bûne ku 176 hezar û 455 kes ji niştecihên rojhilata Mûsilê û 724 hezar û 402 kes jî ji niştecihên rojavaya Mûsilê ne.

Li gorî gotina Caf, ji vê hejmara awareyan, 500 hezar aware ku ji sedî 64`ê awareyan pêk tînin li kempên vê wezaretxanê hatine bicihkirin û heta niha 217 hezar û 854 kes jî zivirîne ser mal û halê xwe li Mûsilê.

Wezareta berevanîya Iraqê pêncşemê ragihand ku DAIŞ li Mûsilê têk çû û ev bajara tam hat azadkirinê.