Semfoniya serketinê li Mûsilê hat lêxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265562-semfoniya_serketinê_li_mûsilê_hat_lêxistin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi bilindkirina ala Iraqê li taxa Mûsila qedîm cejn û şahî li dar xistin û gel jî beşdariya li vê cejnê kirn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 03, 2017 07:08 Asia/Tehran
  • Semfoniya serketinê li Mûsilê hat lêxistin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi bilindkirina ala Iraqê li taxa Mûsila qedîm cejn û şahî li dar xistin û gel jî beşdariya li vê cejnê kirn.

Leşkerên iraqî jî plakardên sipî û alên welatê xwe li ser stûnên elektrîkê û avahiyên ziyanlêketî li Mûsilê daleqandine.

Li ser esasa daxûyaniya dewleta Iraqê biryar e bi boneya azadkirina Mûsilê, heftiyekê cejn  û şahî li seranserî Iraqê were lidarxistin.

Piştî azadkirina tam a taxa Mûsila Qedîm ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê, navçeyên El Riyaze, Til Efer û El Mehlebiyê armanca din a hêzên iraqî ji bo derxistina çeteyên DAIŞ`ê ji wan e.

Li nav van navçeyan, navçeya Til Eferê stratijîk e û xwedan girîngiya zêdetir e.

Til Efer yek ji riyên sereke û stratijîk ên hawargihandin û peywedniya têrorîstan di navbera Iraq û Sûriyê da ye.

Her wiha Til Efer navenda desthilatdarî û rêvebiriya komên tekfîrî ye û gellek ji serçeteyên girîng ên tekfîriyan li vê navçeyê ne.

Hêzên iraqî berbanga pêncşemiya buhurî giheştin mizgevta Nûrî li rojavaya Mûsilê û li gorî gotina Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, ev serketina bi wateya têkçûna DAIŞ`ê li Mûsilê ye.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê Hezîrana 2014`an bi êrîşekê ku bi awayê gumanbar hatibû organîzekirin, bajarê Mûsilê xiste bin kontrola xwe û çend rojan piştra Ebubekir El Bexdadî serkirdeyê koma têrorîst a DAIŞ`ê Xilefeta xwe li mizgevta Nûrî ya Mûsilê ragihand. Mizgevta Nûrî û minareya dîrokî ya Hudebayê nêzî 10 rojan berî niha ji hêla têrorîstên DAIŞ`ê va tam hatin têkbirinê.