Semfoniya serketinê li Mûsilê hat lêxistin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi bilindkirina ala Iraqê li taxa Mûsila qedîm cejn û şahî li dar xistin û gel jî beşdariya li vê cejnê kirn.
Leşkerên iraqî jî plakardên sipî û alên welatê xwe li ser stûnên elektrîkê û avahiyên ziyanlêketî li Mûsilê daleqandine.
Li ser esasa daxûyaniya dewleta Iraqê biryar e bi boneya azadkirina Mûsilê, heftiyekê cejn û şahî li seranserî Iraqê were lidarxistin.
Piştî azadkirina tam a taxa Mûsila Qedîm ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê, navçeyên El Riyaze, Til Efer û El Mehlebiyê armanca din a hêzên iraqî ji bo derxistina çeteyên DAIŞ`ê ji wan e.
Li nav van navçeyan, navçeya Til Eferê stratijîk e û xwedan girîngiya zêdetir e.
Til Efer yek ji riyên sereke û stratijîk ên hawargihandin û peywedniya têrorîstan di navbera Iraq û Sûriyê da ye.
Her wiha Til Efer navenda desthilatdarî û rêvebiriya komên tekfîrî ye û gellek ji serçeteyên girîng ên tekfîriyan li vê navçeyê ne.
Hêzên iraqî berbanga pêncşemiya buhurî giheştin mizgevta Nûrî li rojavaya Mûsilê û li gorî gotina Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, ev serketina bi wateya têkçûna DAIŞ`ê li Mûsilê ye.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê Hezîrana 2014`an bi êrîşekê ku bi awayê gumanbar hatibû organîzekirin, bajarê Mûsilê xiste bin kontrola xwe û çend rojan piştra Ebubekir El Bexdadî serkirdeyê koma têrorîst a DAIŞ`ê Xilefeta xwe li mizgevta Nûrî ya Mûsilê ragihand. Mizgevta Nûrî û minareya dîrokî ya Hudebayê nêzî 10 rojan berî niha ji hêla têrorîstên DAIŞ`ê va tam hatin têkbirinê.