Teqîna têrorîstî li kampa awareyan li parêzgeha Enbara Iraqê
Ji ber teqîna têrorîastî li kampa awareyên iraqî li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê 14 kes hatine kuştin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Al Someria ya Iraqê, Husêyn Kesar rawêjkarê ewlehiyê yê Konseya Parêzgariya parêzgeha Enbarê got: "Êvara yekşemiyê ji ber teqîneke têrorîstî li kampa awareyên iraqî li rojavaya bajarê El Rumadiya navenda parêzgeha Enbarê 14 kes hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûn".
Pirraniya kuştî û birîndaran jin û zarok in.
Li vî halî, Raêd Şakir Cewdet fermandarêî polîsê Federal ê Iraqê got: "Peyama serketina hêzên iraqî li hemberî koma têrorîst a DAIŞ'ê, wê îro li Mûsilê were xwednin".
Hêzên iraqî berbanga pêncşemiya buhurî giheştin mizgevta Nûrî li rojavaya Mûsilê û li gorî gotina Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, ev serketina bi wateya têkçûna DAIŞ`ê li Mûsilê ye.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê Hezîrana 2014`an bi êrîşekê ku bi awayê gumanbar hatibû organîzekirin, bajarê Mûsilê xiste bin kontrola xwe û çend rojan piştra Ebubekir El Bexdadî serkirdeyê koma têrorîst a DAIŞ`ê Xilefeta xwe li mizgevta Nûrî ya Mûsilê ragihand. Mizgevta Nûrî û minareya dîrokî ya Hudebayê nêzî 10 rojan berî niha ji hêla têrorîstên DAIŞ`ê va tam hatin têkbirinê.