Hêzên iraqî gihêştine bazara Qutanîn a Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265484-hêzên_iraqî_gihêştine_bazara_qutanîn_a_mûsilê
Hêzên iraqî ketine nav bazara Qutanîn li pişka kevna Mûsilê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2017 11:27 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî gihêştine bazara Qutanîn a Mûsilê

Hêzên iraqî ketine nav bazara Qutanîn li pişka kevna Mûsilê.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadînê, Hêzên iraqî ketine nav bazara Qutanînê li pişka kevna Mûsilê û terorîstên DAIŞ`ê jî bona ku pîşiya wan bigirin li kolana Farûqê 4 gulleyên gaza Kolirê ku bi destan hatibûne çêkirin teqandin.

Hêzên iraqî duh şemiyê jî navça Şefa, pişkên girîng ên Bab Cedîd û Sewqul-Erbayê li rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Hatiye ragihandin ku li nav Mûsilê tenê taxên Nucêyîfî, Serayî û pişkin ji navçeyên Lekêş û Bab Cedîdê di destê terorîstên DAIŞ`ê da mane.