Azadkirina Bab Cedîdê û Bazara El-Erbayê li Mûsila Qedîm
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265406-azadkirina_bab_cedîdê_û_bazara_el_erbayê_li_mûsila_qedîm
Hêzên iraqî li dewama azadkirina Mûsilê, îro şemiyê karîn ku navçeyên nû ên beşa Mûsila qedîm ji lepên DAIŞê rizgar bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2017 13:21 Asia/Tehran
  • Azadkirina Bab Cedîdê û Bazara El-Erbayê li Mûsila Qedîm

Hêzên iraqî li dewama azadkirina Mûsilê, îro şemiyê karîn ku navçeyên nû ên beşa Mûsila qedîm ji lepên DAIŞê rizgar bikin.

 Hêzên iraqî li dewama  pêşdeçûnên xwe li Mûsila Qedîm, Bab Cedîd, bazar El-Erbeayê û xwendingeha  El-Ebîrê ji lepên terorîstên DAIŞê azad bikin.

 Li gorî vê raporê, tenê 100 terorîstên DAIŞê li Mûsila qedîm de mane.

 Ji aliyê din ve yek ji fermandên  Heşa şebî ya Iraqê destnîşan kir: Piştî azadkirina Mûsilê, operasyona  hêzên iraqî dê bikeve qonaxa  ewlehî û îstixbaratî.

 Ebû Ala El-Welayî, fermandê gurdanên  seyd Ul-Şuhedaya  Iraqê got: Serketina li şerê dawiyê li dijî terorîstên DAIŞê li Mûsilê ji hemî gelê Iraqê û li serî de ayetullah Sîstanî pîroz dikin. Niha  450 terorîst li beşeke biçûk a bajarê Mûsilê hatien dorpêçkirin û hêzên iraqî niha li halê paqijkirina  van cihan in û piştî wê bi hêviya xwedê emê di 72 sietên bê de paqijkirina  tam a vî bajarî raghînin.  Hejmareke zêde ji malênxelknişîn li beşa qedîm  bajrê hatien bombekirin ku piştî kutabûna  operasyona grûpên  endazyarî yên eskerî karê paqijkirna wê kuta bikin.

  Sê salan berî niha  bi têkçûna Mûsilê zêde ji 2600 trimbêlên zirihî û eskerî li vî bajarî bi trimbêklên  welatiyan û cebilxanên  4 gurdanên  artêşa Iraqê kete destê terorîstan. Ev amara tenê ya bajarê Mûsilê ye û DAIŞî bi pêşdeçûna  li bajrêran û parzêgehên din mîna  Enbarê, Bêciyê, derdora  Samerayê û bajarên din gelek kelûmelên eskerî bi dest xistin û heya nêzîkî Bexdayê jî pêşde çûn.

 Operasyona  ewlehiyê dê dijwartir û aloztir ji operasyona  eskerî be ji ber ku terorîstên DAIŞê ezmûneke  zêde li warê xebatên  ewlehiyê hene. Li gorî îtirafên  hêsîrên DAIŞê zêde ji  20 hezar terorîstên DAIŞê li Mûsilê bûn ku 3 hezar kes ji wan biyanî bûn.