Azadkirina Bab Cedîdê û Bazara El-Erbayê li Mûsila Qedîm
Hêzên iraqî li dewama azadkirina Mûsilê, îro şemiyê karîn ku navçeyên nû ên beşa Mûsila qedîm ji lepên DAIŞê rizgar bikin.
Hêzên iraqî li dewama pêşdeçûnên xwe li Mûsila Qedîm, Bab Cedîd, bazar El-Erbeayê û xwendingeha El-Ebîrê ji lepên terorîstên DAIŞê azad bikin.
Li gorî vê raporê, tenê 100 terorîstên DAIŞê li Mûsila qedîm de mane.
Ji aliyê din ve yek ji fermandên Heşa şebî ya Iraqê destnîşan kir: Piştî azadkirina Mûsilê, operasyona hêzên iraqî dê bikeve qonaxa ewlehî û îstixbaratî.
Ebû Ala El-Welayî, fermandê gurdanên seyd Ul-Şuhedaya Iraqê got: Serketina li şerê dawiyê li dijî terorîstên DAIŞê li Mûsilê ji hemî gelê Iraqê û li serî de ayetullah Sîstanî pîroz dikin. Niha 450 terorîst li beşeke biçûk a bajarê Mûsilê hatien dorpêçkirin û hêzên iraqî niha li halê paqijkirina van cihan in û piştî wê bi hêviya xwedê emê di 72 sietên bê de paqijkirina tam a vî bajarî raghînin. Hejmareke zêde ji malênxelknişîn li beşa qedîm bajrê hatien bombekirin ku piştî kutabûna operasyona grûpên endazyarî yên eskerî karê paqijkirna wê kuta bikin.
Sê salan berî niha bi têkçûna Mûsilê zêde ji 2600 trimbêlên zirihî û eskerî li vî bajarî bi trimbêklên welatiyan û cebilxanên 4 gurdanên artêşa Iraqê kete destê terorîstan. Ev amara tenê ya bajarê Mûsilê ye û DAIŞî bi pêşdeçûna li bajrêran û parzêgehên din mîna Enbarê, Bêciyê, derdora Samerayê û bajarên din gelek kelûmelên eskerî bi dest xistin û heya nêzîkî Bexdayê jî pêşde çûn.
Operasyona ewlehiyê dê dijwartir û aloztir ji operasyona eskerî be ji ber ku terorîstên DAIŞê ezmûneke zêde li warê xebatên ewlehiyê hene. Li gorî îtirafên hêsîrên DAIŞê zêde ji 20 hezar terorîstên DAIŞê li Mûsilê bûn ku 3 hezar kes ji wan biyanî bûn.