Terxankirina 100 milyard dolarî jibo avedankirina Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265400-terxankirina_100_milyard_dolarî_jibo_avedankirina_mûsilê
Dewleta Iraqê ragihand: Jibo jinûveavakirina Mûsilê li bakûra vî welatî 100 milyard dolar terxan kirîye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2017 12:20 Asia/Tehran
  • Terxankirina 100 milyard dolarî jibo avedankirina Mûsilê

Dewleta Iraqê ragihand: Jibo jinûveavakirina Mûsilê li bakûra vî welatî 100 milyard dolar terxan kirîye.

Wezareta Berevanîya Iraqê roja pêncşemê bi daxûyanîyekê ragihand ku Mûsil tam ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê hat azadkirinê.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, Metîyo Şoaytzêr nunerê Navenda Perwerdeya Jibo Aştîyê li Iraqê bal kişand ser xercên jinûveavakirina deverên derveyî Mûsilê û got: Jibo jinûveavadenkriina parêzgeha Al Anbarê ku berî viha hatîye azadkirinê herîkêm 22 milyard û jibo jinûveavakirina bajarê Remadîyê jî yê 10 milyard dolar pêwîst be.

Berî vîya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî bal kişand ser vê yekê ku ti yek ji rêvebirên cîhanê çaverê nebûn ku têkoşerên iraqî bi vê lezgînîyê destkevtên biqîmet li şerê dijî têrorîsmê bidest bixin û got: Piştî têkbirina tam a têrorîstên DAIŞ`ê yê pêvajoya jinûveavakirinê destpê bibe.