Sipasiya Ebadî ji rola bibandor a ayetullah Sîstanî li azadkirina Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265354-sipasiya_ebadî_ji_rola_bibandor_a_ayetullah_sîstanî_li_azadkirina_mûsilê
Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê pesna rola girîng a ayetullah Sîstanî merceyê derecebilind ê şîeyên vî welatî li pêvajoya opêrasiyona azadkirina Mûsilê ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2017 04:11 Asia/Tehran
  • Sipasiya Ebadî ji rola bibandor a ayetullah Sîstanî li azadkirina Mûsilê

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê pesna rola girîng a ayetullah Sîstanî merceyê derecebilind ê şîeyên vî welatî li pêvajoya opêrasiyona azadkirina Mûsilê ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê da.

Nivîsgeha peywendiyên giştî ya serokwezîrtiya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Heyder Ebadî berêvariya roja îniyê tevî sipasiya ji rola girîng û kêrhatî ya ayetullah Sîstanî li warê cihanîna opêrasiyona rizgarkirina bajrê Mûsilê, destnîşan kir: Vexwendina ayetullah Sîstanî ya gelê Iraqê ji bo rakirina çekan li hemberî têrorîstên tekfîrî welat ji destê wan rizgar kir.

Li gorî vê daxûyaniyê, Heyder Ebadî got: Helwêsta dîrokî ya merceyê derecebilind li warê berevaniya ji welat û gelê Iraqê û eva ku bi fitwaya xwe berevaniya ji welat û şûnewarên pîroz ên welêt wek Wacibeke Kefayî ji welatiyên iraqî ra da zanîn, Iraq ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê filitand.

Piştî dagirkirina bajarê Mûsilê di 10`ê Hezîrana 2014`an da ji aliyê DAIŞ`ê û hewildana vê koma têrorîst ji bo dagirkirina deverên din ên Iraqê, ayetullah Sîstanî bi dayîna fitwayekê, şerrê dijî têrorîstan wek Wacibeke Kefayî da zanîn û ji hemî welatiyên iraqî xwest ku çekan rakin û herin şerrê têrorîstan.